Eyşe Yuksel: Fîlmekî nekêşayî; Yilmaz Guney

Dema ku 47 salî bû, xatir ji me xwest, lê bi fîlmên xwe, bi kesayetiya xwe ya serhildêr, bi bîrdoziya xwe, jiyaneke bêhempa û têr û tije li pişt xwe hişt. Bi kurtasî jiyana wî mîna fîlmekî nekêşayî, bi hez û hêz û watedar bû.

Di sala 1937’an de, di meha nîsanê de ji dayik bû. Navê wî yê rastî Yilmaz Putun e. Zarokê malbateke bêzevî ye. Ji du zarokan yek ew e. Li Edeneyê li gundê Yenîceyê hatiye dinê. Bavê wî sêwregî û kirmanç e. Diya wî jî ji Gimgimê ye û kurmanc e.

Diya wî miroveke dîndar bû û xwendin û nivîsandina wê tune bû. Bavê wî xwendin û nivîsandinê li leşkeriyê hîn bûbû. Ji ber vê yekê jî ji bo zarokên wan bixwînin çi ji destên wan bihata dikirin.

Kedkariya mîrekî

Yilmaz Guney di jiyana xwe de her tim xebitî û ked da. Her tim mîna mirovekî kedkar derket pêşiya me û di zarokatiya xwe de dest bi xebatê kir. Di ber kar û baran de xwêydana xwe rijand.

Her tim bi rêzdarî nêzikî ked û xebatê bû û her tim bi kesên ku keda wan tê xwarin, kesên bindest û bi çîna kedkaran re bû. Di fîlmên xwe de behsa van kesan û têkoşîna wan dikir.

Gava 9 salî bû dest bi xebatê kir. Karê wî yê ewil gavantî bû. Ji karkeriya pembû heta şivantiyê gelek kar kir. Lîseyê li bajarê ku ji dayik bûbû xwend. Dema ku lîseyê dixwend bi navên Puren û Dorûk du kovarên hunerê amade dikirin.

Ji bilî vê, di wan salan de bi duçerxa xwe, bobînên 16 mîlîmetreyî ji sînemayekê bar dikir dibir sînemayeke din û bi vî awayî dest bi sînemayê kir. Ji ber ku meraqa wî ji hunerê re hebû cur bi cur çîrok nivisand.

Derhênerê nûjeniyê bû

Di sala 1955an de ji ber çîroka Pergalên Newekheviyê yên 3 Nenasan (3 Bilinmeyenli Eşitsizlik Sistemleri) nivisandibû û di çîroka xwe de propagandaya komunîzme kiribû, der heqê wî de doz hat vekirin.

Bi kurtasî em dikarin bibêjin Yilmaz Guney derhêner, lîstikvanê sînemayê, senarîst û nivîskar e. Bi taybetî piştî fîlmê Mîrê Nerind (Çirkin Kral) bi fîlmên mîna  (Yol) a xelata Cannesê girtiye, Kerî (Sürü), Hêvî (Umut) gihiştiyê lûtkeya sînemayê û hem li welat hem li derveyî welat hat nasîn.

Beşa herî berhemdar a jiyana xwe ya sînema û nivîsê di girtîgehan de derbas kir. Heke em bi hejmaran îfade bikin; Guney ji sedî jortir fîlman de leyîst, ji bîstî zêdetir fîlm derhênand, senaryoyên derdora pêncî fîlman nivisand, di şeş senaryoyan de jî alîkarî kir. Gava em van tiştan hemûyan kom bikin, bidin ser hev, di sedan fîlmî de keda wî heye. Di navbera 1958-1983’an de bo sînemayê ked da.

Guney ji bilî jiyana xwe ya sînemayê, bi çîrokên ku nivisandibû jî, tev li nav nivîskaran bû. Xebatên xwe yên hunerî û wejeyî tim û daîm pêş xist. Di kovaran de dest bi nivisandina tekst û çîrokan kir. Romana wî ya bi navê Stûxwar Mirin (Boynu Bükük Öldüler) di sala 1971”ê de hat weşandin. Di sala 1972’an de Guney bi vê romanê Xelata Romana Orhan Kemal wergirt.

Temenê li girtîgeh û sirgûniyê

Di sala 1972’an de ket girtîgehê. Guney bi navên Tiral (Salpa), Hucreya Min (Hücrem) û Bertawan (Sanık) sê romanên din nivisand. Romana wî ya herî dawî bi navê Em Sobe, Camên Paceyan û Du Nan Dixwazin (Soba, Pencere Camı ve İki Ekmek İstiyoruz) hat weşandin. Guney romanên xwe di girtîgehê de nivisand.

Di sala 1957’an de bi xeyalên xwendinê hat Stenbolê. Lê perwerdeya xwe ya zanîngehê kuta nekir. Hevnasîna wî û Atıf Yilmaz ji bo wî bû destpêkeke nû. Bi piştgiriya Atif Yilmaz dest bi xebatên xwe yên sînemayê kir. Guney cara yekem di fîlmê bi navê Zarokên Vî Welatî (Bu Vatanın Çocukları) yê ku Atif Yilmaz derhêneriya wî kir, derket ber kamerayê.

Dema ku ev tişt diqewimîn di sala 1961’ê de, sal û nîv cezayê girtîgehê û şeş meh cezayê sirgûnê li Guney hat birîn.

Di sala 1963’an de Guney dîsa dest bi karên xwe kir. Wê demê bi piranî xwe li fîlmên serpêhatiyan rakişand. Bi fîlmê xwe yê yekem bi navê Her Du jî Wêrek Bûn (İkisi de Cesurdu) hîmê mîtosa qubedetiyê avêt.

Di fîlmên xwe de li ser raperîna kesên bindest û kesên li ber desthilatdariyê radibin sekiniye. Fîlmekî wî yê din jî, yê ku wî nivisiye û Lutfu Akad derhêneriya wî kiriye Qanûna Sînoran (Hudutların Kanunu) e. Guney bi saya fehmbariya lîstikvaniya xwerû di sinemaya Tirkîyeyê de rêyeke nû vekir.

Dema ku asta serkeftina Guney roj bi roj zêde dibû di navbera çepgir û rastgiran de jî şer û pêvçûn giran dibû. Di wan salan de Yilmaz Guney bo xeyalên xwe pêk bîne, dest bi têkoşîneke mezin kir. Fikr û ramanên wî, senaryoyên wî, kovarên ku wî derdixist di siyaseta çepgiran de cihê xwe girtin.

Guney di sala 1971’ê de ji ber ku Mahîr Çayan û hevalên wî yên, ku berpirsê kuştina Efraim Elrom bûn li mala xwe veşartibû, du sal cezayê girtîgehê û sirgûnê lê hat birîn. Mehkûmbûna wî bi zagona efûya giştî ya 1974’an bi dawî bû.

Dema ku di girtîgehê de bû fikr û ramanên xwe yên li ser sînema û hunerê, helbest û çîrokên xwe di kovara Guneyê de weşand.

Bû yek ji pêşengên sînemaya cîhanî

Dema ku ji girtîgehê derket bi navê Heval (Arkadaş) fîlmek kişand. Dîsa di heman salê de, di meha îlonê de dema ku fîlmê bi navê Endîşe (Endişe) dikişand hat îdîakirin ku wî, li navçeya Yumurtalıkê li gazînoyekê, dozgerê navçeyê Sefa Mutlu bi demançeyê kuştiye, hat girtin. Darizandinê 25’ê cotmehê li Enqereyê dest pê kir û di 13ê tîrmeha 1976’an de, 19 sal ceza lê hat birîn.

Dema ku di girtigehê de bû seneryoya Kerî (Sürü) û  (Yol) yê nivîsand. Kerî (Sürü) ji hêla Zekî Okten ve hat kişandin,  (Yol) jî ji hêla Şerîf Goren ve hat kişandin. Fîlmê  (Yol) di mîhrîcana fîlmê Cannesê de xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt. Ji ber ku di fîlmê de behsa meseleya kurd û 12 îlonê dikir, fîlm li Tirkiyeyê hat qedexekirin. Lê fîlmê ku li Tirkiyeyê hat qedexekirin, li dinyayê di nav fîlmên herî baş de cih girt.

Derhênerê navdar Alejandro Gonzales Inarritu di kovarekê biyanî de diyar kiriye ku wî piştî fîlmê  (Yol) yê Yilmaz Guney temaşe kiriye dest bi sînemayê kiriye. Çend sînemager destnîşan dikin ku derhêner di fîlmê xwe yê Vejîn (The Revenant) de ji fîlmê Yilmaz Guney ê Rê(Yol) yê îlham girtiye.

Yilmaz Guney di hevpeyvîneke xwe de diyar dike ku, dema kêşana fîlmê  (Yol) dihat kirin şert û merc gelek xirab bûn. Sînema dihatin bombekirin û gef li sînemageran dihat xwarin. Her wiha Yilmaz Guney dibêje, digel wan şert û mercên giran jî, mirov dikare fîlman çêbike. Her wiha destnîşan dike ku sînema bi tena serê xwe ne dikare şoreşê pêk bîne, ne jî têkoşîna demokrasiyê bigihîne serkeftinê.

Heta payîza sala 1981’ê nêzî 12 salan, jiyana xwe li 15 girtîgehan de derbas kiriye ku du ji van jî, girtîgehên nîvvekirî ne. Di cotmeha 1981’ê de bi destûr ji girtîgehê derdikeve lê cardin venagere û ji viya şûnde jiyana xwe li derveyî welat derbas dike. Piştî ji girtîgehê firar kir guh neda banga radestbûnê û ji hemwelatiyê hat derxistin.

Di sala 1983’an de bi piştgiriya hikûmeta Fransayê fîlmekî bi navê Dîwar (Duvar) ku behsa tiştên li girtigehekê hatine jiyîn dike dikşîne.

Lêgerîna kurdayetiyê ya li ser sînoran 

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê di sibata 1983’an de hat ava kirin. Yilmaz Guney bi xwe jî yek ji wan kesên pêşeng e ku bi kesên wekî Cegerxwîn, Hejar Mukriyanî, Tewfîq Wehbî, Qanatê Kurdo, Ordîxanê Celîl, Heciyê Cindî re Enstîtuya Kurdî ya Parîsê damezirand.

Enstîtu mîna saziyeke çandî ya serbixwe û kurdewar e. Li ser rêçeke kurdewar û Kurdistanî gelek kes di bin banê enstîtuyê de gihîştin, bûn pêşengên rewşenbîriya kurdan. Keda Yilmaz Guney a di vê mîrateyê de eyan û aşkera ye.

Yilmaz Guney di salên dawiya temenê xwe de êdî xwe bexşî Kurdistaneke azad û demokrat kiribû. Wî hemû berxwedêrên welat bi rêzdarî slav dikir, yekitiya hemû gelên berxwedêr hembêz dikir.

Demên xwe yên dawî li Parîsê derbas dike û 1984’an de ji ber qansera mîdeyê diçe ser dilovaniya Xwedê. Gora wî li Parîsê di goristana Pére Lachaise de ye. Piştî ku çû ser dilovaniya Xwedê di sala 1993’an de wî dîsa kirin hemwelatîyê Tirkiyeyê. Yilmaz Guney yek ji wan sînemagerên herî serkeftî û navdar ê cîhanê bû. Hê jî wisa ye.

Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin.

 /Ev nivis ji rojname Xwebun’e hatiye girtin:

İlginizi çekebilir