Halil Dalkılıç: Kurd bi çi û bi kê bawer bikin?!..

Pêşketinên li Afganîstanê wekî mijara sereke a siyaseta navnetewî rojevê dadigire. Kaosa vekişîna leşker, dîplomat, xebatkar û hemwelatiyên dewletên rojavayî bi teqîna bombeyan û mirina bi sedan kesên sivîl û leşker, berdewam e. 

Li Afganîstanê şanoyekî navdewletî ê ku Talîban wekî lîstikvanê sereke hatiye hilbijartin, tê lîstin. Cîhana hevdem li hemberî êş, drama û trajediya xelkê Afganîstanê bi vegotinên derewîn, wekî ku kirasê dînîtiyê li mirovahiyê bikin, dilgraniyeke derewîn pêşkeş dikin… 

Berdevkê Çapemeniyê yê Serokatiya Amerîkayê Jen Psakî dibêje; “Ji bo ku em hemwelatiyên xwe bi awayekî ewle ji Afganîstanê derêxin, xeynî lihevkirina bi Talîbanê re, rêyeke din tune ye.” Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê Jake Sullîvan jî dibêje; “Talîbanê îzîn da me ku em hemwelatiyên xwe bi ewlehî vekişînin...” 

Eger meriv mentiqekê di wateya vegotinên wisa de bigere, ê hişê xwe bixwe. 

Yanî; Amerîka û dewletên din ên rojavayî ên ku 20 sal berê, piştî êrîşa 11ê îlona 2001ê a El Qaîdeyê a li New Yorkê, bi operasyoneke pir biha û bi hêzeke mezin a leşkerî rêveberiya Talîbanê a li Afganîstanê têk birin. Di 20 salan de ji bo avakirina rêveberiyeke gorî berjewendiyên xwe û arteşekî modern bi mîlyaran dolar pere xerc kirin û îro jî ji bo ‘vekişîneke ewle’ ketine dû dilnermkirina cîhadîstên Talîbanê… 

Ne tenê Amerîka, herwiha Brîtanya, Almanya û berdevkên dewletên din ên mezin, wekî ku li hemberî wan rêveberiyeke ‘normal’ a dewletekî rêkûpêk heye; bi Talîbanê re dicivin, didin û distînin û hewildidin dilê wan nerm bikin… 

Serokê Tirkiyê Recep T. Erdogan jî xwe tevlî  vê karwanê dibe û bahsa alîkarîkirina dewleta cîhadîstan dike. Erdogan pir bi xwe bawer wiha dibêje: “Helwesta Talîban a li dijî jinan mîna a 20 sal berê nabe. Daxuyaniyên Talîbanê hê nermtir in. Em dixwazin alîkar bibin. Lê ji bo vê yekê divê ji me re derî bêne vekirin…”

Talîban a ku herkes ketiye rêzê ku pê re têkîliyê deyne û pê re hevkariyê bike, pir zelal daxuyand ku “divê jinên Afganîstanê gorî şerîatê tevbigerin”; yanî jin di jiyana civakî de ê bêîrade bibin. Ne tenê jin, her rengîniya civakî a Afganîstanê rastî zordestiya Talîbanê tên. Di çend rojên vê dawiyêde komedyen Khasha Zwan û dengbêj Favad Andarabî ji hêla Talîbanê ve hatin kuştin. Talîban gorî hişmendiya xwe ya paşverû û dijînsanî, li Afganîstanê hemû deng û rengên jiyanê ji holê radike…

Wer xuya ye; ku bi rewşa Afganîstanê re têkildar, rewşa Kurdistanê nayê tenê bîra me Kurdan. Di nava hengameya krîza Afganîstanê de Serokê Fransayê Emmanuel Macron serlêdana başûrê Kurdistanê kir û balkişand ser rewşa Kurdên Êzdî û êrîşên Tirkiyê ên li başûrê Kurdistanê. Macron got ku divê Êzdî bi ewlehî vegerin Şengalê û malên xwe û herwiha wî ji Serokwezîrê Iraqê Kazimî xwestiye ku ji bo pêşîgirtina bombardimanên Tirkiyê ên li Başûr, xebatekê bipêş bixe… 

Tenê Kurd hevkarên wan ên jidil bin jî, mixabin heta îro li hember êrîşên Tirkiyê ên li başûr û rojavayê Kurdistanê ne ji Fransayê ne jî ji endamên din ên NATOyê bertekek hatiye nîşandan. Ger meriv bi mantiqî bifikire; Tirkiye beyî pêşîvekirina NATOyê nikane axa Başûr û Rojava wer gorî kêyfa xwe dagir bike, bi rojane bombebaran bike û sivîlan bikuje. Tirkiye hefteya çûyî li Şengalê nexweşxaneyek bombebaran kir û 8 sivîl kuştin; lê ne ji Fransayê ne jî ji dewletekî din dengek derket…

Wekî mijara Afganîstanê, di mijara Kurd û Kurdistanê de jî siyaseta dewletên rojavayî (NATO) ne zelal e, ne jidil e û berovajî tijî guman e. Him pêşiya êrîşên Tirkiyê ên li dijî Kurdan nayên girtin, him jî wekî ku ji ber rewşa xetere a Kurdan dilgiranin, pişta Kurdan germ dikin. Rewşa heyî Kurdan neçarî yekîtî, rêxistinîbûyîna civakî, xweparastin, siyaset û dîplomasiyekî xurt û pragmatîst dike…

İlginizi çekebilir