Hasbey Köksal: Dewrana Demekî

Însan, her çiqas xwedî hest û helwestên xwezayî be, ewqas jî xwedî hest û helwestên ecêb e. Bi qewimîna tiştekî ra bûyerên paşerojê bi bîr dixine û diçe ew rojan. Dikeve nav hizrên kûr û tiştên di kûrahîya dema borî da mane yek û yek bi bîr tîne.

Bi virînîya motorê ra, bêhna mazotê min bir ew rojên borî û traktora FR anî bîra min. Ew rojên zarokîya min. Ew rojên ku gundîyan hê gundên xwe ne terikandibûn. Ew rojên ku zevî bi ga û gîsinan diajotin, bi dasokan genim, bi tirpanan mêrgan diçinîyan. Bajar, weke welatekî dûr û xerîbîstanê dihesibandin. Hê Tirkî neketibû malan. Zimanekî bîyanî û zimanê hikûmetê bû. Ti carî guh û dil germ nedikir. Dema radyoya Rewanê bû. Saet di navbera şeşûnîv û heftan da dengê  Kawis Axa, Mihemed Arif Cizrawî, Meryem Xan û stranbêjên din di nav gûnd û gundikan da olan didan.

    ” de xalo çemê çetelê çemekê sare xalo…”

    ” xezal xezal ûwî ûwî… hayê hayê…

       îro min dîbû, mala xezala min barkir,

       çû zozanan ûwî ûwî… ûwî cefaê…”

    ” lê hêê…ezê diyarê  Mûşa şewitî ketim, navî daran

       perîşanê bi sê dengan Perîxanê dikir gazî.

       digo: xwangê porê serê min û te kurt be.”

   ” welatê me Kurdistan e

      cih û meskenê me Kurdan e

      welat ji me ra ruh û can e

      millet hemû bira ne.”

Di malan da, li ser bêder û xanîyan bi dilxemgînî, bi dilşadî, bi şox û şeng guhdar dikirin ew dengên zîzanî. Her mislet vedigerîya ser bûyerên berê, bi kelogirî qala qirkirina filleyan, qala serhîldana Şêx Saîd û terteleya Dêrsimê ya 38’ê dikirin û digirîyan. Bi rojan dawet dikirin, bi rojan li dû mirîyan dilorandin û reş girê didan.

Wekî gava din min gotibû, dema zarokîya min bû…

Wexta me li ber karikan,  li ber pez û dewaran, li ber petêxan, li dû şixreyan derbaz dibû û diçû. Di malan da, di gund û gundikan da çi diqewimîya me ewqas jî fam nedikir. Lê, di malan da kurtepistan destpê kiribû. Qezî dikirin, niqaş dikirin, diaxivîyan, dengên xwe bilind dikirin, pevdiçûn, ji hev dixeyidîn û suh diketin, piştra jî li hev dihatin. Bi kêf dikenîyan û qala hêvî û xeyalên xwe dikirin. Gotînên ecêp bi guhên me diketin. Digotin Xarpêt, digotin Gawan (Keban). digotin maîş, digotin Elemanya, digotin paşaport (pasaport), miyane (miayene), rapor, îzin, belge, Enqere, qonsolxane (qonsolosxane) û digotin û dîgotin. Em nedizanibûn piştî dibistana seretayî li pêşîya me kîjan dibistan heye. Lê, mezinên me ketibûn telaşekî mezin. Digotin “ortaokul” û “xanî kirê kirin”. Hasilî kelam rewşa gund û gundikan, liv û tevgera gundîyan, xeyal û hêvîyên malbata min û dercîranên me vediguharîyan. Em zarok, pênehesî di leystik û karê xwe da bûn.

Roj li rojan, meh li mehan bar bûn. Em gihîştin payîza wê salê. Xang û birayên me yên mezin, bi hesp û qantiran çûn ew derê ku otobosa bajar dihatinê. Bi çûna wan, mal û gund vala man. Tenê ew neçûn, xortên gundê me jî çûn. Dikarim bêjim ên heta sî û pênç salî kî hebûn berê xwe dan xurbetê. Gawan, Elemanya, dibistan û nizam çi û çi, çûn û çûn. Herkes bi pay hêvî û xeyalên xwe ket…

Hesret û bêrîyên xwe bi mektûban sivik dikirin.

Zivistan xilas bû, em ketin havînê; pêşî xwendevan dû ra xebatkarên xeribîyê vegerîyan gund û gundikan. Şênayî ketibû malan.

Tiştên ku bala min dikişand û bi min ecêp dihat, xwendevanan di nav xwe da bi Tirkî, bi dê û bavên xwe ra jî bi Kurmancî diaxivîyan. Karkerên Gawanê jî, bi gelemperî qala Hamêlkanan (Emerîkîyan) dikirin. Çekuyên puwantêr, sondor, jenerator, çawûş, qawûş ji devên wan kêm nedibûn. Tew! karkerên Elemanyê gelek gelek rengîn bûn. Du sê peyv kurmancî digotin, peyvekî elemanî dikirin navê, em şaş diman. Di destê wan da “çantalî radyo” li jêr û jorê gund digerîyan û hesretên xwe vedimirandin. Cil û bergên “elemacîyan” jî pir balkêş bûn. Çakêtên karedar, pantorên teng û bi ûtî, îşligên zer, spî yan jî sor û bi rengên din, fotêrên ku li kevîyê  purtên rengîn yê mirîşkê heye li xwe dikirin. Em zarok bi wan pûrtên rengîn pir dikenîyan. Me ji pûrtîkê mirîşk, dîk, coqcoq an jî yê çûçikeke di paş kerikên xwe ve dikirin û fors diavitin. 

Rojekî di nav me zarokan da xeberek belav bû. Em li ku bigîhîştana hev, mijara  misleta me ev bû, motora mala FR. Mala FR  li gundekê din bû, gundcîranê me bûn. Em zarok li hev dicivîyan, di derheqê motorê da çi dizanibûn, çi ne dizanibûn bi heyleme me dikir ku em bikin serê hevdu. Yekî digot; tekera motorê ya paşî wer gir wer gire ku bi qasî du laşê me heye, tekerên pêşî jî piçûk in û bi qasî laşê viya ne. Di nav koma zarokan da zarokê herî bejnkin nîşan dida. Yê din digot; ew cihê ku ji vêra dibêjin  “koroser” (karoser) bi rengê sor e. Li alîyê çepê û rastê koroserê bi boyaxa reş  “Masey Fergûson” hatîye nivîsîn. Ev navê motorê ye. Di orta koroserê da borîyeke ber bi jor ve tîk dibe, kapaxek li ser e. Dema ku motor dişixule, ew kapaxa wek nîkila dîkî ber bi jor ve dibe. Di binê koroserê da bêtarek têl, şûşeyên gilover, borîyên xwar û xurdir, lûlên zirav û qalind hene. Yekî din xwe diavit ortê, temarên gewrîyê xwe diperçivand, bi dengekî bilind; tew tu di zevîyê da bibînî di zevîyê da!..

Li paş motorû sê tenê gîsin hene. Motor, gîsinên xwe di erdê da dike, erdê diqelişîne û tê da wenda dibe. Xwelîyê pêl bi pêl gêrê alîyê din dike. Di pênc şeş bêhnan da zevîyekî xilas dike û dajo. Piranî bala me û guhê me li ser ew zarokên ku motorê dîtine bûn. Wan jî bi kêfxweşî û bi tamijî ji me ra behs û qala şikl û şemala motorê dikirin. Digotin; di bin lingê ajotvan da pêlikek heye, jê ra firên dibêjin û motorê dide sekinandin, li jêrê dîreksîyonê jî çovhesinekî serî topik heye motorê pêş û paşta dibe. Em bi vê nedizanibûn. Ji pay motorê ra jî “romorq” dibêjin. Du tekerên romorqê hene, motor wê li pay xwe kaş dike. Navê motorê ya rastî  “traktor”e. Bi mazotê dişixule. Mazot eynî weke avê ye. Lezîya motorê, ji lezîya deh hespan zêdetir û pêncî gayan xurttir e… Lê zêde dikirin û ji me ra digotin. Me jî, bi kelecanî û heyrî guhdar dikirin, di hişê xwe da tiştên ku ji me ra digotin berhev dikirin û disêwirandin.

Kêm zêde di gund da jî behsa motora FR dihat kirin. Hinekan digotin bi pereyên Gawanê, hinekan jî digotin bi pereyên Elemanyê girtin e. Çawa girtine, çi wextê girtine ew qet ne xema me bû. Em bi reng û karên motorê radiketin û radibûn.

Dem payîz bû. Em zarok li bin dara gûzê ya nava gund ji xwe ra dileystin. Me hew bihîst ji dûr û kûr ve virinîyek hat. Di wê kêliyê da me navber da leystika xwe. Piştra me guhên xwe belkir û guh dayê. Virînîya ku me bihîst rast bû. Deng, berebere zêde û zelal dibû. Di nav me da yekî bi kelecanî got “motor!”. Êdî kî dikare me bigire…!? Me berê xwe da rê û em ber bi rê ve bezîyan. Hinekan solên xwe şûnve hiştin, hînekan bi doxina derpîyê xwe girtibûn û dibezîyan, hinekan jî, guh nedidan qêrîn û gazînên xwişk û birayên xwe yên qiçik û biçûk. Di bêhnekî da me xwe gîhande kevîya rêya gund. Deng gelek zêde bû. Di heman demê da jî, di berwarê rê da, pêşî serê motorê, piştra bi temamî xuyakir. Romorq jî li pay bû. Bîstek şûnve daket newalê û ji ber çavên me wenda bû. Virînîya motorê jî gav bi gav kêm bû û ji kûr ve hat. Em bi hev ketin. Hinekan got ev motora FR ye, hinekan xwe avite kevîya hember, hinek ber bi motorê ve bezîyan. Bi awayekî şaşwaz, kelecan, bi tirs û bi şa em li hev qelibîn. Piştra em li hev civîyan. Li herdu kevîyê rê em rêz bûn. Virînî zêde bû, motorê di vîrajê da xuya kir. Ber bi me ve ewqas zû dihat ku dev li me hev çû. Motor nêzikî me bû, hêza xwe daxist, hat li ber me sekinî. Bêhna mazotê hate pozên me. Toz û dûmana paş motorê hêdî hêdî daket. Me bi çavên xwe bawer nedikir ku li ber me ye û li ber çavên me ye! Di bêdengîyê da me motorê temaşe dikirin.

FR, bi rûyekê ken ji motorê peya bû, bi sîpera şewqeya xwe girt û şewqeya xwe şûnve da. Paşê simêlê xwe yê mîna qoça beran bada û bi dengekî bilind û germ got  “de li motorê siwar bin zarokno!”. Pêşî me fam nekir, paşê nizanim çawa bû çi bû, gava hiş hate serê me, me dor ji motorê girt. Hinekan bi xwe, hinekan bi alîkarîya yêkê din xwe avitin  romorqa motorê. Yên şûnve mayî jî FR bi çepilê wan girt û avite romorqê. Romorq, heta dev bi çewalên genim tijî bû. Me xwe li ser çewalan bi cih kir. FR çû ser dîreksîyonê û bi dengekê bilind got ”lawo zarokno hayî ji xwe hebin, xwe kîp bigrin” û motorê da şixulandin. Virînî bi motorê ket. Borîya ku ber bi jor ve li ser karoserê motorê bû, ewilî dûmanê derxist, piştra jî qapaxa borîyê weke nîkila dîkî ber bi jor ve bû û nîv dakete jêr û dîsa ber bi jor ve bû. Romorq di cîhê xwe da leqîya û giran giran livîya û bi rê ket.

Me, xwe li hev pêça û kîp û kîp me bi qulpên çewalan girtin. Berebere hêz û hişkanîya motorê zêde dibû. Bayê porên me li hev dixist, bêhna mazotê li me diqeliband. Hin kesan poza xwe digirt, hin kesan jî bi bêhna mazotê poza xwe bi hawa da bilind dikirin. Te digot qey em li hespekê sed hêzdar siwar bûne. Dar û berên kevîyên rê, di herdu alîyên me da diherikîyan û di nav toza rakirî da wenda dibû. Rê, li ber me vedibû, xijê bin tekerên motorê dibû, li paş romorqê dibû toz û dûman. Zivirîna  tekera mezin, dişibîya kevira aşê ya ku genim dihêrîne rê diherand. Hilpekîna romorqê me hildipekand û hildifirand. Teqîn û reqîna motor û romorqê tevlî virînîya motorê dibû, me sergêj dikir û li ser me tirseke nedîtî çêdikir. Nebe ku motor belawela be!  Ew kêf û tengasî, li Newala Kortan qedîya. Motor sekinî. Êdî em dizanibûn ku rêwîtîya me heta vêderê ye. Em peya bûn. Heta ku motor ji kaşê Newala Kortan derket û ji ber çavên me wenda bû, me lê sêr kir.

Em zarok, wê rojê tiştekî awarte jiyabûn. Di vegera gund da herkesî hest û helwestên xwe di gengeşeyekî da ji hevdu ra digot. Kesê jî guh nedida kesî.

Di wê roja awarte da, malbata min ji bo ardinê genim dişûşt. Bi rastî gundîyên me, ev bû deh roj zêdetirîn di nav zor û zehmetîya şûştina genim da bûn. Li ser xanîyan, li ber kanîyê, di her malê da dû sê kes mijûlî karê xwe bûn. Jî nişka ve me hew dîtin siwarekî bi lez û bez kete nav gund û hat li ser bêdera me sekinî. Siwar û hesp, herdû jî di kel û xuyê da mabû. Siwar, bi dengekê bilind got “Lawo gel û cîran û gundîno, FR ket bin motorê mir” û berê hespê vegerand gundê FR. Hespê xwe da ber zengûyan û çarnalî ber bi gundê FR ve çû. Yên ku ew agahîya şîna reş bîhîstin di cîhê xwe da cemidîn. Şaş û metal, mit û melûl man. Dest û pê li her kesî şikîya. Xebera reş di nav gund da zû belav bû. Hinek bi hesp û qantiran, hinek bi peyatî, bi lez û bez bi rê ketin çûn gundê ku aş lê ye. Yên kû neçûn jî, li ser banan û bêderan, li ber derî û dîwaran çav li rê, li benda cenaze sekinîn. 

Piştî xebera şînê, çend siwar teqebez hatin gund û çûn. Cîranên me, pir û hindik ji siwaran haydarî girtibûn. Bi dengekê nizm û xemgînî dîgotin; FR, ji bo danîna çewalan paşîya romorqê daye ber derîyê aşê, lê ji bîr kirîye ku vîtês valahiştîye û frêna destan jî nekişandîye; bi leqîna romorqê ra motorê hereket kirîye. Bi hereketa motorê ra, FR hewl daye ku xwe bavêje dîreksîyonê û motorê bide sekinandin, lê ketiye ber tekera mezin û tevlî romorq û motorê gindirê newalê bûye.

Berêvarê girseya cenaze gîhaşt gundê me. Meyîtê FR li lehîfekî rûzer pêçandîbû û danîbûn ser teşkereyekî mezin. Mêr, dor bi dor diketin bin teşkereyê û mil didan bin cenaze. Jin, li pay cenaze bûn. Xuminîya gîrseyê, carînan di bin bandora hewar û gazîna jinekî da ditepisiya.

Weke zêmarekî, ew girseya cenaze ji gundê me rawirt, di berwarê ku me hatina motorê dîtîbû da wenda bû.

Ew ne cenazeyê FR bû. Ew cenazeyê dewrana demekî bû. Cenezeyê nîr û hevcaran, ga û hespan bû. Gundîyan dabû ser milên xwe, dibirin cihê bêveger…

                                                                                                              

 

İlginizi çekebilir