Îsraîlê hişyarî da Îranê: Em dikarin tola êrîşa ser keştiya xwe hildin

Heftiyek e êrîşî ser keştiyeke petrolê ya Îsraîlê li navçeyên avî yên Umanê hatiye kirin, du karmendên stafa ser keştiyê hatin kuştin, ku yek ji wan Brîtanî ye.

Îsarîl gefa tolhildanê dixwe, çawa, kengî û li kûderê? Ev yek ne diyar e, lê Serokwezîrê Îsraîlê dibêje, Îran baştir ji karîn û şiyanên Tel Avîvê fêm dike.

Naftali Bennett, Serokwezîrê Îsraîlê dibêje, “Îran qebareya wê bacê dizane, dema aliyek gefê li asayişa welatê me dixwe. Pêwîst e Îranî wê yekê fêm bikin ku zehmet e bikaribin bi aramî li Tehranê rûnin û ji wê derê ve agir berdin hemû Rojhilata Navîn. Dawî bi vê yekê hat.”

Amerîkayê ragihandiye ku dê ligel hevpeymanên xwe bersiva êrîşa li ser keştiya Mercer Street didin, lê Îsraîl ragihand ku eger ew bi tena xwe be jî ew dê tola xwe veke.

Encamdana êrîşê û gefan di demekê de ne, heta niha 6 ger ji civînên Vyênnayê  bimebesta zindîkirina Rêkeftina Etomî birêve çûne, lê encama wan a yekalîker nebû.

Antony Blinken, Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje, “Me pêdeçûneke kûr û têr encdam daye, em piştrast in ku Îran li pişt wê êrîşê ye, ev yek piştî çend êrîşên din ên wiha, ji aliyê Îranê ve tê, di nav wan de êrîşên borî ku bi rêya dronên bombekirî hatibûne encamdan. Êrîşa bi vî corî li ser keştiyên bazirganî, ku bi awayekî aştiyane di nav avên cîhanî de erkên xwe pêk tîne, ti hincetek bo wê nîne… Em di pêwendiyên gelekî nêzîk de ne, ligel her yekê ji Brîtanya, Îsraîl, Romanya û welatên din, em dê bi komel bersivê bidin.”

Îran red dike ku ew encamdera êrîşê be û haydariyê dide Israîlê derbarê her êrîşekê li ser berjewendiyên xwe.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê dibêje, “Em ne dudil in ji her gavekê ku pêwîst be ji bo parastina aramî û asayişa welatê xwe û berjewendiyên xwe û yekser û bi awayekî bibandor bersiva her êrîşekê didin.”

Seîd Xetîbzade-Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand, “Divê rejîma Zayonî wan tometên bê bingeh ragire û ev ne yekem car e jî, ku wan tometan arasteyî Îranê dikin.”

 

Di dema çend salên bihorî de, hejmarek ji êrîşan, berjewendiyên Îranê û Îsraîlê kirin armanc, Îsraîl û Îranê xwe ji berpirsiyariya wan êrîşan parastiye.

Di 27ê Mijdara 2020an de Muhsin Fexrîzade, zanayê atomî yê Îranê li bakurê Tehranê hate kuştin, piştî nêzîkî 5 mehan ji kuştina wî zanayê atomî, di 25ê Adarê de keştiyeke Îsraîlê bi navê (LORI) li Deryaya Erebî, bi mûşekan hate armanckirin. Piştî mehekê ji wê êrîşê û di 11ê Nîsana îsal de, êrîş li ser binkeya atomî ya Netenz li Îranê hate kirin.

 

/rudaw/

İlginizi çekebilir